CNN: Îran dest bi ji nû ve avakirina kapasîteya xwe ya hilberîna leşkerî kiriye
Li gorî îstîxbarata DYE, Îranê binesaziya xwe ya drone û fuzeyan ku di şer de zirar dîtine, zû komî ser hev kiriye.
Li gorî îstîxbarata DYE, Îranê binesaziya xwe ya drone û fuzeyan ku di şer de zirar dîtine, zû komî ser hev kiriye.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya DYE de, Îranê dest bi ji nû ve avakirina kapasîteya xwe ya hilberîna leşkerî ku di êrîşên DYE û Îsraîlê de zirar dîtibû kiriye.
Li gorî nûçeya CNN’ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên îstîxbarata DYE, diyar kir ku Îranê bi taybetî hilberîna dronan ji nû ve dest pê kiriye û tesîsên fuzeyan û binesaziya çekên xwe tamîr dike.
Di nûçeyê de, tê destnîşan kirin ku Îran kapasîteya xwe ya leşkerî ji texmîna DYE zûtir bidest dixe. Hin nirxandinên îstîxbaratê destnîşan dikin ku Îran dikare di nav şeş mehan de kapasîteya xwe ya êrîşa dronan ji nû ve ava bike.
Di nûçeyê de, her wiha hat îdia kirin ku Îran di pêvajoya xwe ya ji nû ve xurtkirinê de ji Rûsya û Çînê piştgirî werdigire. Li gorî îstîxbarata DYE, Çînê di pêvajoya şer de jî parçeyên ku dikarin di hilberîna fuzeyan de werin bikar anîn ji Îranê re şandiye.
Çavkaniyan, her wiha destnîşan kirin ku êrîşên DYE û Îsraîlê asta wêrankirina armanckirî bidest nexistine û hat gotin ku ji ber vê Îran xwe bi rengî hêsantir kariye komî ser hev bike.